Hevpeyvîna li gel Evdo Şêxo (21ê Çirîya Duyem a 2019ê – Silêmanî)

Jiyar Homer



Hevpeyvîna li gel Evdo Şêxo


Hevpeyvîneke delal bi taybetî bo malpera Riataza
Jiyar Homer

J. H.: Kak Evdo, ji kerema xwe, xwe bidin naskirin.
E. Ş.: Navê min Evdo Şêxo ye. Ez sala 1987ê li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûme. Min xwendina xwe ya seretayî û navîn lê buhirandine û paşê min lîse li Helebê û beşê mafnasîyê li Şamê xwendine. Min demekê edîtorî li Weşanxaneya Lîsê ya Amedê kiriye. Di van çend salên dawî de li Qamişloyê dimînin û xerîkî karûbarên çandî û wêjeyî dibim.
Ji kengî ve we dest bi wergerandinê kiriye?
Min ji sala 2007ê ve dest bi wergerê kiriye. Serê pêşîn min romana Şikeftên Haydrahodahosê ya Selîm Berekat wergerand lê weşanxane li Rojava û Sûrîyeyê nebûn ku bi kurdî biweşînin, îcar ev werger di sala 2013ê de ji Weşanxaneya Lîsê ya Amedê derçû.
Ew berhemên ku we nivîsîne û wergerandine çi ne?
Min berhemeke pexşanî nivîsîye û li jêr serenavê “Boxeyê Birîvayê” belav kiriye. Di warê wergerê de jî, min heft berhem ji zimanê erebî wergerandine zimanê kurdî, çar berhem ên Selîm Berekat in (Şikeftên Haydrahodahosê, Mirîyê Sade, Her Du Jîyanname û Nêrgiz), yek a Elî El-Muqrî ye (Cihûyê Xweşkok), yek a Ebas Mûsa ye (Jineke Laşqot) û yek a Şiyar Îsa ye (Hin Pirsyar Der Barê Demokrasîyê De). Min her weha bi hevkarîya hevalê xwe Ibrahîm Xelîl romana Bextyar Elî (Diwahemîm Hinarî Dunya) ji zimanê kurdî wergerandiye zimanê erebî. Niha jî bi wergerandine pirtûka nivîskar Hisên Cimo ya bi navê “Dîroka Siyasî ya Neqişbendîtîya Kurdî” mijûl im û projeyke min a wergerandina sê pirtûkên kurdî bo zimanê erebî heye.
Bêtir behsa Selîm Berekat ji bo me bikin, gelo we dixwazin pirtûkên wî yên din wergerîn in?
Wekî min ji berî destnîşan kir, min çar berhemên Selîm Berekat wergerandine: Sê roman û berhemeke zarokan. Wekî din, min dil heye ku ez berhema wî ya bi navê (Dîlejinên Şingalê) wergerînim kurdî. Selîm Berekat nivîskarekî kurd ê erebînivîs e. Cihekî wî yê payeberz di wêjeya erebî ya nûjen de heye. Zimanê wî seyr û balkêş e û xeyala wî ya romannûsîyê pir dewlemend û afirîner e. Li gor min, gerek e hemû berhemên wî wergerin kurdî. Ev yek jî ne girêdayî kurdbûna wî ye, belku girêdayî asta wî ya wêjeyî ya berz e.
Wekî ku em dizanin, erebîya Selîm Berekat asan nîne, we çi asteng û kosp di dema wergerandina berhemên wî de dîtin?
Helbet, gelek astengên wergerandina berhemên wî hene. Pêdivîya zimanê kurdî jî bi wergereke berfireh û zengîn heye da ku azmûna kurdîyê xurttir bibe û xwe li hemû waran bihêçîne. Werger asoyên berfirehtir li pêş ziman vedike û ziman têr û tijî dike. Jixwe merema min a serke ya wergerandina berhemên Selîm Berekat ev e. Gerek e zimanê me ji çarçoveya xwedubarkirinê derkeve û li esmanên bêdawî bifire.
Gelo! Selîm Berekat bi xwe wergerên we dîtine? Heke erê, serinca wî çi bû?
Belê, jixwe min di wergerandina hemû berhemên wî de destûra wî xwestibû û berhem gihandibûn wî. Lê ez dîtin û nirxandina wî nizanim, ji ber ku wî neanîye ziman û jixwe ez nizanim kurdîya wî ya nivîskî heta kîjan astê alî wî dike û dikare berhemên xwe bi kurdî bixwîne ya na!
We “Hinara Dawî ya Dinyayê” wergerandiye Erebî, ji kurmancî an ji soranî? Ji kerema xwe ji me re behsa wê wergerê bikin.
Ev werger ji hêla min û hevkarê min Ibrahîm Xelîl ve hatiye kirin. Me bi xwe ji kurmancîyê wergerandiye, kurmancîya ku birêz Besam Mistefa amade kiriye. Lê belê em li deqa soranî ya resen jî vegerîyan û me deqa kurmancî û soranî xweş berawirdî hev kirin, bi taybetî di cihên kêşedar de. Me hewleke mezin daye ku berhem bi emanet were wergerandin.
Gava we deqa soranî û kurmancî berwaridî hev dikir, asta wergera kurmancî li gor we çawa bû? 
Wergera birêz Besam Mistefa pir baş û fêmbar bû, lê belê dîsa jî me dixwest ku em li deqa soranî vegerin da ku em giranîyê bidin wergera ji deqa resen a bi şêwezarê soranî.
Piştî belavbûna wergera we, pirsyarek çêbû û dihat gotin ku «آخر رمانات العالم» gucaw nîye û baş nîye, serinca we çi ye?
Li gor mentiqê erebî ji sedî sed rast e û di hêla rastnivîs û rêzimanê de tu kêşeyên wê nînin. Di wergerê de, gerek e kirasê zimanê armanc (li vir erebî ye) li deqa resen (li vir kurdî ye) were kirin. Em neçar nînin ku wergereke tîpetîp, asê û bêgîyan bikin! Me bi rehetî karîbû bibêjin (آخر رمانة في العالم) an (آخر رمان الدنيا), lê di erebî de ev serenav ne balkêş e û zêde sade ye, an ku li zimanê erebî nayê. Biwareke berfireh a bi navê (teorîya serenavê) heye, gerek e ev yek li ber çavan were girtin. Jixwe me karîbû em serenav bi temamî biguherin, wergêr dikare vê yekê bike, lê hewce nedikir, ji ber ku serenavê kurdî pir balkşê û xweş bû, tenê pêdivî hebû ku bikeve kirasê erebî. Jixwe têkilîya me bi birêz Bextyar Elî re hebû û me wergera xwe jê re şand û wî zêde pesnê wergera me da û got ku wî heta niha wergereke ew qas ciwan û lihevhatî ji bo berhemên xwe nedîtiye. Em jî bi vê nirxandinê şanaz in. Helbet ev nayê wê wateyê ku gerek e wergera me neyê nirxandin û rexnekirin, lê ya giring ew e ku rexne û nirxandin berfireh û xwedî mentiq be û li ba serenavê wergerê raneweste!
Bi giştî rewşa çandî û wêjeyê li Rojavayê Kurdistanê çawa ye?
Rojava di her warî de mindalekî çûçikanok e. Tevgera wêjeyî ya nûjen a Rojavayê vedigere qonaxa Hawara Mîr Celadet Bedirxan, an ku pir kevn û zengîn e, lê belê her dem dihat çewsandin û astengkirin. Heta berî Şoreşa Rojavayê jî, zimanê kurdî qedexe bû û tevgera çandî bi temamî bi dizî û li paş perdeyan û derîyên dadayî bi rê ve diçû. Di nava 8 salên buhirî de, rewş -heta radeyekê- guherî û tevgereke çandî ya çalak derket holê, lê belê dîsa jî şerê domdar û êrîşên ku li dijî Rojavayê Kurdistanê pêk tên, rê li ber domdarî û bipêşveçûnên mayînde digire. Pêdivîya tevgera çandî bi hêminî û aramîyeke domdar û rûniştî heye.
Rewşa wergerandinê li Rojavayê çawa ye?
Ez dikarim bibêjim ku tevgereke wergerê ya birêkûpêk û çalak tuneye, heta niha hewldanên kesane û her wiha hewldanên berteng ên hin sazîyan hene. Berî êrîşên dawî yên li ser Serê Kanîyê û Girê Spî, hewlên avakirina sazîyeke taybet a wergerê li Rojavayê Kurdistanê hebûn, lê nizanim heta kîjan radeyê gihan serî. Wekî min berê jî got, şerê bê sekn û hedan her tiştî tevlihev û asteng dike.
Mixabin! Gelek berhemên nivîskarên mezin ên dinyayê ji zimanên duyem û sêyem tên wergerandin bo Soranî! Gelo ew pirtûk ji bo kurmancî ji kîjan zimanî tên wergerandin?
Jixwe pêla wergerê di kurmancîyê de ne ew qasî bilind e, wergera bo soranîyê xurttir e, lê dîsa jî a baş ew e ku piranîya berhemên ku werdigerin kurmancîyê ji zimanên resen tên wergerandin. Li gor min, ev yek pir giring e, wergera ji zimanê duyê û sêyê pir tirsnak e. Gerek e berhem rasrerast ji zimanê resen werin wergerandin. Lê kêşeya sereke ya wergerên kurmancîyê ew e ku zimanê wergêran qels e û werger di warê hûnandin, rênivîs û rêzimanê de şikestî ye.
Di van salên dawî de, hinek berhemên nivîskarên Rojavayê bi şêwezarê soranî jî hatine belavkirin, bo nimune Jan Dost û Helîm Yûsiv. Gelo xwendavanên Rojavayê heta kîjan radeyê agahdarên wêjeya soranî ne?
Di nava van deh salên dawî de, gelek berhemên bi şêwezarê soranî hatin kurmancîkirin û zêde hatin xwendin. Keda kesên wekî birêz Besam Mistefa di vî warî de zêde ye. Em bi xêra wî û ciwanmêrên din agahdarî wêjeyeke astbilind bûn. Berhemên Bextyar Elî, Eta Nehayî, Ferhad Pîrbal, Mardîn Ibrahîm û nivîskarên din ên şêwezarê soranî ji hêla xwînerên kurmancîyê tên ecibandin û şopandin û zêde tên hezkirin. Li gor min, nivîskarîya soranî baş pêş ketiye û dê bandoreke baş li nivîskarîya kurmancî jî bike. Gerek e ev pira tîpguhêzîya (kurmancîkirin û soranîkirin) di navbera her du şêwezaran de bi xurtî dewam bike û xwe bigihîne zazakî, horamî û lorî jî.
Niha rewşa zimanê kurdî li Rojavayê çawa ye?
Rewşa zimanê kurdî li Rojavayê roj bi roj baştir dibe. Êdî kurdî li herêmên Birêveberîya Xweser zimanekî fermî ye û bi sed hezaran zarok, gênc û ciwanên kurd fêrî zimanê xwe dibin û sazîyên ziman û dezgeh û zanîngeh tên damzirandin. Gelek kêmanî û asteng hene, lê ev pêvajo pêvajoyeke demdirêj e û dê gelek kelem û kosp û astengan derbas bike da ku berekî sûdmend bigire. A giring ew e ku ev rewş bihêmine û rûne û gefa tunekirina destkeftîyên kurdan ji holê rabe.
Karîgerîya Ereban û Erebî li ser Rojavayê çawa ye?
Rojava bi dehên salan li jêr şûrê bişaftin û dagîrkerîya çandî ya erebî maye. Sîyaseta erebîkirinê ya Rejîma Beisê ya Sûrîyeyê bandoreke pir xerab li kurdî û hismendî û zargotina kurdên Rojavayê Kurdistanê kiriye. Navên bi hezaran gund, bajar, navçe û şûnewarên kurdan hatine erebîkirin û çand û zimanê kurdan hatin reşkirin, qedexekirin û paşguhkirin. Vê yekê zîyaneke mezin gihandiye gîyanê kurdîyê. Ji ber van sedeman, pêdivîya kurdên Rojavayê bi ked û xebateke çandî û zimanî ya gewre heye da ku hişê kurdî were pakkirin, hîmên bipêşvebirina ziman û çanda kurdî werin danîn û ev çand dîsa geş bibe.
Gelo pêwendîya di navbera Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de bi giştî çawa ye? Hem di warê wêje, ziman û çandî de? Û çi astengên wê hene?
Wekî hemû parçeyên Kurdistanê, Rojava û Bakur wekî goşt û hestî girêdayî hev in. Çand, ziman, rabuhirî û siberoja hemû parçeyên Kurdistanê yek e. Îro ev êrîşên giran ên li ser Rojavayê Kurdistanê herî zêde girêdayî rewşa Başûr û Bakurê Kurditsanê ne. Em rastî van êrîşan tên ji ber ku dagîrkerên xaka me naxwazin Rojava jî wekî Başûrê bigihêje mafên xwe, da ku paşê Bakur jî negihêje heman mafan. Rojava û Bakur Binxet û Serxet in. Di navbera Qamişloya Binxetî û Nisêbîna Serxetî de tenê têlên direhî û dîwarekî dagîrkerîya Tirkîyeyê hene. Di warê çandî de, têkilîyeke xurt di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de heye. Heta niha jî, piranîya nivîskarên rojavayî berhemên xwe li Bakurê diweşînin û zêde di nava xwînerên Bakurê de tên nasîn. Her wiha nivîskarên Bakurê yên mîna Mehmed Uzun, Rênas Jîyan, Hesenê Metê, Arjen Arî… hwd li Rojavayê Kurdistanê pir tên naskirin û hezkirin. Jixwe pira çandî ya di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de jî roj bi roj qayîmtir dibe. Ev jî hêvîyeke geş dide kurdan.
Hûn wekî birêveberê Weşanxaneya Neqşê û Pirtûkxaneya Bindarûkê beşdarî Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Silêmanîyê bûn, bi giștî serinca we der barê pêşangehê çi bû? Xwendevanên Başûrê Kurdistanê pêşwazîya pirtûkên Kurmancî dikirin? Gelo hûn dixwazin salên bê dîsan beşdar bibin?
Ev cara yekê ye ku em wekî Weşanxaneya Neqşê û Pirtûkxaneya Bindarûkê beşdarî pêşangeheke navdewletî dibin. Ev yek li beşekî Kurdistanê ye, ev ji bo me cihê kêfxweşî û şanazîyê ye. Her wiha ev cara yekê ye ku pêşangeheke navdewletî ya pirtûkan li Silêmanîyê li dar dikeve. Helbet kêmanî hene, lê dîsa jî derfeteke başe û pêşwazîyeke baş a pirtûkên kurmancî li Silêmanîyê heye. Belkî em di warê darayî de bi ser neketin, lê belê me têkilîyeke baş bi nivîskar û weşangerên Başûr û Rojhilatê Kurdistanê re danîye û me berhemên kurmancîya latînî gihandine paytexta rewşembîrî ya Başûrê Kurdistanê, ev bi tena serê xwe serkeftin e. Hêvîya me ew e ku em beşdarî Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê jî bibin û pirên çandî di navbera kurdistanîyan de xurttir bikin.
Gelek sipas ji bo vê hevpeyvînê, dîsa bi xêr hatin bo Silêmanîyê.
Spasxweş. Mala we ava be.